LêkolînSiyasî

Projeyên Atomiye Îranê

Agahdariyên ku di wê dema dawî li ser alîkariya zaniyariye pisporên çekên atomiye Pakistanî ji bo Îranê hatin belav kirin, çi guman di wê hindê de nahêle ku Îran bi ciddî li teknolojiya çekên atomî digere. Li gor agahiyan, pisporê çekên atomî u dahênerê yekim bombeya atomiye Pakistanê, Abdul Qadêr Khan zaniyarî firotine Îranê ku ji bo çêkirina bombeya atomî giring e. Îran bi xwe hebûna têkiliyên bi Khan re red nake, lê dibêje melzeme u teknolojiya ku bi rêya wî bi dest xistiye bi karê projeya çekên atomî nedihat.

Khan ku berpirsyariya pêdana agahiyan girtiye stuyê xwe, niha xwe ji kar paşve kişandiye. Li gor nûçeyan, Îranê bi xwe ew nav daye Ajansa Navnetewiye Enerjiya Atomî IAEA. Lê Îran bi awayek nefermî serokê Lîbya Muammar Qezzafî tawanbar dike ku ji bo xwe nêzîkî Amerîka bike navê pisporê Pakistanî eşkere kiriye.

Hevildanên Îranê ji bo bi destxistina teknolojiya çekên komkuj di gel ku niha pitir bas jê tê kirin, lê mijarek nû nîne. Cara yekim di dema şerê bi Îraqê de li salên navbera 1980-88, Tehran bi awayek çalak (aktîf) kete hewildana ji bo bidest xistina çekên tevkuje weke çekên kîmyawî û biyolojîk. Piştî ku Îraqê bi awayek berfireh li dijî leşkerê Îranê çekên kîmyawî bi kar anî, artêşa Îranê jî dest bi kirîna wan çekan kir. Bi alîkariya teknolojiya Kore ya Bakûr û pişt re jî ya Rûsiyê Îran li dawya şer de bû xwediyê çekên kîmyewî. Lê bi dawîbûna şer re stratêjên eskeriye Iranê hevildana xwe ji bo bi dest xistina çekên tevkuj nesekinandin. Piştî bi dest xistina çekên kîmyawî u biolojîk, wê carê giranî dan xebata ji bo bi dest xistina çekên atomî.

Ew hevildanên Îranê, dewletên xurt û yên xwedî berjewendî di heremê de dixe nava guman u fukaran de. Di serî de hemû dewletên xwedî çekên atomî li cihanê u bi taybet dewleta Îsrael li Rojhilata Navîn naxwazin şirîkên nû bi wan re bikevin pêşbirkiyê (riqabetê). Peymana qedexe kirina belavkirina teknolojiya çekên atomî, rast ji ber mebestek wisan hatiye amade kirin.

Ji bo gelên Rojhilata Navîn u xelkê Îranê bi xwe jî, çek u bi taybet çekên tevkuj belayek mezinin. Rêjîma Îranê bi piraniya grûpên radîkale Îslamî re têkilî hene u ji bo pêşvebirina fundamintalîzmê alîkariya wan dike. Dema rêjîm teknolojiya çekên atomî jî bi dest bixe, dikare li gor dîtina Amerîka u gelik derudorên din tehlîkeyên ewlekariyê li cîhanê xurttir bike.

Ji ber wê bi salane ku Amerîka xebata atomiye Îranê bi projeyên welatên dine wekû Kore ya Bakûr, Libya u Sûryê re dişopîne. Bi taybet Washingtonê di wê dawiyê de zextek xurt xistiye ser IAEA ku mijara hevildana Îranê ji bo bi dest xstina çekên Atomî bixe bin çav. Bi taybet ji ber ku îhtimala hindê heye Kore ya Bakûr u Îran pitir di wî warî de ji serketinê nêzîk bibin, niha zêdetir ketine bin çavdêriyê. Libya mesaja Amerîka u cidî bûna rewşê dîtiye u bi alîkariya bê qeyd u şert bi Amerîka u IAEA re, niha xwe ji meydanê awêtiye der.

Li bin zexta navneteweyî ku Amerikkayê serokitya wê dikir, Îran di dawyê de hate mejbûr kirin ku projeya IAEA ji bo çavdêrîkirina bernameya Atomiye xwe bipejirîne. Lê zaniyariyên nû nîşan didin ku her çend welat lihevhatinek fermî bi IAEA re îmza kiribe jî, di piratîkê de hevildanên xwe ji bo bi dest xistina çekên atomî nedaye sekinandin.

Berpirsiyarê Ajansa Cîhaniya Enerjiya Atomî (IAEA), Mohamed El Baradei di dema civîna Forûma Abûriye Cîhanî de li Davos a Swîsê îmkana hindê anîbû ziman ku di “bazar a reşe nuklier” de teknolojiya çekên atomî bê firotin. Welatên weke Kore ya Bakûr, Libya u Îran di rojevê de bûn. Niha tê gotin ku IAEA belgeyên eşkere hene ku diselimîne Îran yek ji bikirên sereke yên wê teknolojiyê ye. 

Di rewşa aloze siyasiye hundirîne Îrana îro de, agahiyên li ser hevlên bi dest xistina zanyariyên li ser çavaniya çêkirina çekên atomî, wê barê rêjîma Îranê hêj girantir bike. Li gor peymana di navbera Îran û IAEAê de pêwîste ku hemû teknolojiya atomiye welat bikevin jêr çavdêriya IAEAê û tenê ji bo mebestên aştîxwazane bên bi kar anîn. Lêgerîna Îranê ya li pey teknolojiya çekên atomî, rast berovajiyê sozek weha ye.

Bi salane rêjîmên Rojhilata Navîn çekan dikrin u cebilxaneyên xwe yên eskerî xurt dikin. Îraqê di dema Sedam Hisên de pitir ji 50% bûdceya welat dikire mesrefa kirîna çekan û xurt kirina bingeha artêşê. Lê hêza artêşê ne ji bo parastina berjewendiyên welat, bekû li dijî gel bi kar dianî û bi sedan hezar mirovên sivîl kirin qurbaniyê wê siyasetê. Di dawyê de jî hemû wan melzeme u îmkanan nekarî pitir ji çend saetan sîstema deselatdar le hember êrişa dereke biparêzin.

Çekên Komara Îslamî jî her bi wî awayî, tenê dikarin ji bo xelkê bê berevan e welat belayê çê bikin û qedera welat ber bi care reşiyê ve bibin. Xelkê Îranê pêwîstî bi çekan u bi taybet çekên tevkuj nine. Ya giring pilanên civakî, abûrî u siyasî ji bo sererast kirina rewşa jiyana xelkê ye. 

Abdullah Hicab

februar 2004

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

4 + ten =

Back to top button