LêkolînSiyasî

Destên hevgirtî

Xûn, agir, kuştin, girtin, înkar, dijminkarî, kîn, terror, fundamentalîzim, boykot u red kirin hemû ji yêk zêhniyetê ve serekanî digrin. Dem ji sala 91 heta 93 u cîh ji Amed bigre heta Batman u Sêrt dibe, dem 2ê tîrmeh u cîh Sêvas dibe, dem 11ê îlon u cîh New York dibe, dem herroj u cîh Heyfa u Jerusalem/Qudis an Beytullehim u Gazze dibe an jî dem yekê şubat u cîh Hewlêr dibe giring nîne, zêhniyet eynî tişte.

Bikir nediyar bin an diyar bin, bi rêdîn bin an bi cilên eskerî bin, nav jê Hîzbullah an Cîhad be, Taliban be, Ensar ul Îslam be, Brîgadên Sor be an JITEM u MIT u Pasdar u Baath u her tişt dibe bila bibe, mentiq yek tişte; ”her kesê bi te re nebe an li gor dilê te tev negere  li ku dibe bila bibe bikuje, bi wan re kê tê kuştin, ne giringe!”. Pêwîst nake mirov bêje ev gotin yên kîne; ”bi agir nelîzin”, ”pê xwe şaş ranekin”, ”xwînê rast nekin”, ”bi aqil bin”, ”artêş yê operasyonan ji bo kuştina yên mayî bidomîne” u ”bila kes pêgavek ji heddê xwe zêdetir raneke”.

Erdogan di wê dema dawî de ji bo ku Kurd destkewtek siyasî bi dest nexin dîplomasiyek xurt dest pê kiriye u her alî ji hevpeymanan digere heta bi alîkariya wan Tevgera Rizgariya Neteweiye Kurdistanê tune bike. Serokwezîrê ku bi navê Îslamiyetê hate ser kar, ”şûrê Şimir” girtiye destê xwe, her du çavên xwe girtine u çep u rast dihejîne. Bi wî re jî karbidestên dinêye Tirkiyê gefên li hember Kurdan de dubare dikin.

Îran u Sûriye jî hem bi alîkariya Tirkiye u hem jî serbixwe pilanên li dijî Kurdan didomînin. Hevlên hevbeşe her sê dewletan ewe ku bindestî, bêmafî u dabeşbûn kurdan ku ji ber zêhniyeta bi dehan saleye ewan çêbûye bidome. Ji ber wê hindêye ku şovenîzim, fundamentalîzma olî u xitimîna siyasî u li encama wê de jî dijminkariya li hember tevgera Kurd li heremê de weku xwe ber dewam dike.

Bi zêhniyetek weha ve girêdayî, hêzên taritiyê roja 1.ê şubatê Hewlêr kirin gola xwînê. Beşek ji serokatiya tevgera Kurdistanê li Başûr ku beşdarî cejnek hevbeş bi gel re bûn hatin şehîd kirin. Bûyer, her çend di rewşa aloze îroye Îraqê de qewimîbe jî, lê helqeyeke din ji zincîreya hêrişên bo ser gelê Kurd u maf u azadiya gel tê hesibandin ku bi salane berdewam dike. Dema mirov dema bûyerê, ku ji salvegera komploya 15e şubatê ku li şexsê berêz Öcalan de li hember gelê Kurd pêk hat ji ber çav bigre, derdikewe ku her çend biker cuda bin jî, serekaniya bûyeran, yek siyasete. Îro pêşengiya wê siyaseta li hember gelê Kurd, dewleta Tirkiyê dike u her du dewletên Sûriye u Îranê bi hemû îmkanên xwe ve piştgiriyê jê dikin.

Ji aliyê kurdan ve siyaset bi aliyek din ve dimeşe. Kongra Gel banga aştî u lihevhatinê dike u destê dostayetî, hevpeymanitî u hevxebatiyê dirêjî hemû cîhanê deke. PDK u YNK banga dialoga ji bo yêkitiyek dilxwaz bi Îraqê re dikin. Gelê kurd bi giştî banga dialog u li hev hatinê bi cîranên xwe u cîhanê re dike. Enya Kurd bi giştî li hember dijminkarî, netifaqî u aloziye disekine u ji bo çareserî, tolerans u demokrasiyê deriyê dialogê bi her kesî re vedike.

Eger mirov li gor zêhniyeta kilasîke siyasî tev bigere, pêwîst bû aliyê mexdûr pitir ji şer u şiddetê re amade be. Li Rojhilata Navîn deselatdar li ser şer u kuştinê îsrar dikin. Lê dîsan jî gelê kurd li ser aştîxwazî u banga xwe ya ji bo diyalogê sekiniye. Hevdem nîşaneyên hevqeder bûn u çarenûsa xwe ya bi hev re girêdayî jî derdixe holê. Teqînên ku roja 1ê şubatê Hewlêr hejandinî, li ciyê ku civaka Kurdistanê ji armanc u xwesteka xwe dûr bixe, hevgirtina neteweyî xurttir kir. Ji Silêmanî u Dihokê re bigre heya Amed u Mihabadê bi milyonan kurd beşdarî hevderdî u xema şehîdên xwe bûn. Piştî sala 1999 u reaksyona neteweyî li hember kompolya li dijî serokê PKK Abdullah Öcalan, carek din gelê Kurd yêkitiya xwe ya neteweyî nîşan da.

Kes an derudorên ku dixwazin bi kuştin u tirsandinê, tevgera Kurdistanê bişkênin, dikarin ji reaksyona ku li hember bûyera Hewlêrê de çê bûyî dersekê fam bikin. Ji niha ve heya rojên 14 u 15ê şubatê gel wê nîşan bide ka çi dixwaze. Her zordarên ku ji wê xwesteka gelê Kurd u ji hevgirtina neteweyî dersê negre yê li hember wîjdana xwe, dîrok u gel çi bersivekê bide?

Êdî dema ji hev famkirin u bi hev re axivînê hatiye.

Abdullah Hicab

februar 2004

Leave a Reply

Your email address will not be published.

five × five =

Back to top button